“Quds meseleya ewil a Ummeta Muhammed e”

Sekreterê Giştî yê Yekîtîya Alimên Misliman ê Cîhanê Karadaxî destîşan kir “Quds meseleya ewil a Ummeta Muhammed e.”

Alî Karadaxîyê Sekreterê Giştî yê Yekîtîya Alimên Misliman ê Cîhanê derbarê qerara Amerîka ya îlankirina Qudsê wek paytexta sîyonîstan de destnîşan kir “Quds meseleya ewil a Ummeta Muhammed e. Ji îşxala Qudsê re bêdeng mayîn û pê eleqedar nebûn ne di nez de Xweda de û ne jî di nez de dîrokê de ne meseleyeke ku bê efûkirin e.”

Karadaxî di daxuyanîya ku derbarê mijarê belav kir de destnîşan kir “Em li dijî vê qerara ku hatiye standin bang li hemû kesî dikin da ku bertek û reaksîyona xwe nîşan bidin.”  û  dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “ Ji teref Serokê Amerîka ve Qudsê wek paytexta siyonîstan îlankirin ne ya qebûlkirinê ye. Serokê Amerîka Qudsa ku ev nîv qern e di bin îşxalê de ye dixwaze di salvegera îşxalkirina axên Filistînê de ji siyonîstan re teqdîm bike.”

Karadaxîyê ku di berdewama daxuyanîya xwe de bang li lîderên Misliman û Ereban re kir axavtina xwe wiha domand: “ Elbet berpirsiyarîya Qudsê û Mescîda Eqsayê li ser milên we ye. Lewra Xweda Mescîda Haram û Qudsê bi hev ve girê daye. Divê hûn li dijî vê helwesta despot û  êrîşkar a Amerîkayê serî li temamê rêyan bidin. Ev qerara Amerîka li hember alema Îslamê îlana şer e.Lewra Quds peytexta ebedî ya Mislimanan û Filistînîyan e. Divê êdî dawî li wê xapandina ‘Divê meseleya Filistînê di çarçoveya heq û hiqûqê de û di nez de çavdêrên navneteweyî de bê kirin’ bê anîn. Quds meseleya ewil a Ummeta Muhammed e. Ji îşxala Qudsê re bêdeng mayîn û pê eleqedar nebûn ne di nez de Xweda de û ne jî di nez de dîrokê de ne meseleyeke ku bê efûkirin e.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Nisêbînê şerê bi çek: 2 birîndar
6 bajaran de verveleka vevri: 89 rayi qapan biy
Di Remezanê de tercîha bi hişmendî û sifreya hevseng şertek e
Karwanê Hêvîyê li Edeneyê tira alîkariyê şand Rojava
127 kesên dihatin lêgerîn hatin girtin