Qutîya reş a balafira li Gurcistanê ketibû hat dîtin

Qutiya reş a balafira barhilgir a C-130 a Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê ku li Gurcistanê ketibû, hat dîtin.

Hêzên Çekdar ên Tirkîyeyê di daxuyaniyekê de got, "Balafireke me ya barhilgir a leşkerî ya cure C-130 piştî ku doh ji bajarê Gencayê yê Azerbaycanê rabû û dixwest vegere Tirkiyeyê, li Sighnaghiya herêma Kakhetiyê ya Gurcistanê ket xwarê."

Medyaya Gurcistanê ragihand ku qutiya reş a balafirê hatiye dîtin. Karbidestên Gurcistanê diyar kirin ku vegerandina qutiya reş dê pêvajoya analîza teknîkî bileztir bike.

Rayedaran diyar kirin ku rapora dawî dê piştî berhevkirina hemû daneyan ji aliyê Tirkiye, Gurcistan û Azerbaycanê ve bi hevbeşî were weşandin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin
Pirsgirêka trafîkê ya li Amedê êdî gihiştiye asteke aloz û xirab