Rapora pisporan: Şewata li Çinar û Şemrexê ji ber ceryanê derketîye

Hat diyarkirin ku şewata li Çinar û Şemrexê derket û bû sedema mirina 15 kesan, telefbûna bi hezaran heywanan û bi hezaran donim erd bûbûn wek xwelîyê ji ber ceryanê bûye.

Lijneya pisporan rapora şewata li Dîyarbekir û Mêrdînê belav kir.

Li gorî vêya lijneya ku ji 3 kesan pêk tê û ew jî ji endezyarên ceryan, xerîta û çanidinîyê ne, li herêma şewatê lêkolînan kirin.

Di raporê de hat îfadekirin ku şewata li gundê Tobînîyê derketîye, ji ber ku di cîhê ku sîgorte bê girêdan de sîgorte nehatîye şixulandin û qablo jî qetîyane û li erdê ketine, ji ber vê yekê gîya bi hev girtîye. Dûre ji ber bayê şewat belav bûye.

Rapora ku derketîye ji serdozgerîyê re hatîye şandin. Dozgerî jî ji bona ku tehqîqateke baş bê kirin raporeke ku hûrgilîyên wî zêde ne xwest. Li gorî rapora ku wê bê amadekirin ew ê tehqîqat jî berfirehtir bibe. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno