Rayedarekî HAMASê û malbata wî li Libnanê hatin şehîdkirin

Rejima îşxalker a sîyonîst li Saydayê daîreyekî avahîyê hedef girt, di êrîşê de rayedarekî HAMASê Hasan Ferhat, kurê wî, qîza wî û pîreka wî şehîd kirin.

Îşxalkeran, li bajara Saydaya başûrê Libnanê avahîyekî sîvîlan hedef girt.

Rayedarê Hamasê Hasan Ferhat (Ebû Yaser) ku li Zaxurê dima, di êrîşa asîmanî de bi tevî malbata xwe şehîd ket.

Hat ragihandin ku piştî êrîşê şewateke mezin derket, îtfaîyeya ku hat cîhê bûyerê şewatê vemirand.

Mirovên ku bûyerê dîtin îfade kirin ku di avahîyê de xesareke ciddî çêbûye.

Ev êrîşa ku sîvîl hatin hedefgirtin bû sedeme bertekan.

Çavkanîyên Libnanî, îfade kirin ku di vê êrîşê de Hasan Ferhat hat hedefgiritn û di dema êrîşê de kuştina sîvîlan jî dane ber çavên xwe.

Rejima sîyonîst derheqê êrîşê de tu daxuyanîyek neda. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin