Rêberê Hîzbûllah li ser qebra xwe hat bibîranîn

Rêberê Damezrînerê Cemaeta Hîzbûllah Huseyîn Velîoglû di 18emîn salvegera şehateta xwe de li ser gora xwe ji teref hezkiroxên wî ve bi rehmet hat bi bîranîn.

Rêberê Cemaeta Hîzbullah Huseyîn Velîoglû di 17ê Çileya sala 2000an de li Beykoza Stenbolê di sergirtina malê de ji teref polêsan ve hatibû şehîdkirin. Qebra Velîoglû ya li Goristana Karşiyakaya Êlihê di nava rojê de ji teref hezkirîyên wî ve hat ziyaretkirin.

Piştî nimêja nîvro hat kirin re gel kom bi kom hatin ser qebra Velîoglû û li ser qebra wî Yasîn û selawat xwendin û dia kirin. Di ziyareta goristanê de jinan jî eleqeyek mezin nîşan dan.

Malbata Rêberê Cemaeta Hîzbullah Huseyîn Velîoglû ji kesen hatin goristanê re teşekur kir û îfade kirin ku vê menzerê ew hestyar kirîye.

“Heger xebatên îslamî tineba vê gavê li deverê dive ku we ciwanekî nimêj dike nedîta”

Ji birayên Şehîd Rêber Heyrettîn Velîoglû destnîşan kir ku her sal di 17ê Çile de qebara birê wî ji tetef dilda û hezkiroxên wî ve tê zîyaret kirin û wiha got: “Îro bi minasebeta salvegera şehadeta şehîd Rêber em hatin vir. Birayên min di 17ê Çileyê 2000an de li Stenbolê hat şehîdkirin. Malbata şehîd, xizmên wî û hevalên wî her sal li ser gora wî kom dibin. Her sal bi sedem salvegera şehadeta birayê min gora wî tê zîyaretkirin. Li vir Qurana Pîroz tê xwendin û dia tê kirin. Dema birayê min li heyatê bû her tim bi ciwanan re eleqedar dibû û têkiliya wî bi ciwanan re hebû. Şehîd her tim dixwast ciwan hişyar bin. Ji îxtîyaran dixwest piştgirîya ciwanan bikin. Şehîd diçû bal şêx û aliman û ji wan dixwest ku li derdora xwe doza Îslamê teblîx bikin. Ev daxwaz û bangewazîya xwe her tim dikir. Dema diçû civatekê her tim bi ciwanan re eleqedar bû û bi wan re têkiliyên wî hebû. Her tim bi ciwanan re bû. Ji zaroktîya şehîd Rêber heta wefata wî xebatên wî tev ji bo doza Îslamê bû. Heger wê çaxê li van deveran xebatên îslamî tineba niha merivê nikarîba ciwanekî nimêj dike bidîta. Heger xebatên Îslamî tineba temamê ciwanan wê belav bibana û li dû neyarên Îslamê biçûna. Niha teva wê ji Emerîka re xizmet bikirana. Hemd ji Xweda re şehîd Rêber heta şehadeta xwe ji bo doza Îslamê xebitî.

“Em pir bêrîya wî dikin”

Kekê Huseyîn Velîoglûyî, Seyfettîn Velîoglû jî îfade kir ku wî birayê xwe ji bîr nekiriyê û wiha got: “Her sal vî wextî hezkiroxên birayên min tin ser gora wî û dia dikin. Birayê min însanekî zaf cesûr bû. Tenê armanca wî hakimkirina şerîeta Xweda bû û di vê rêyê de can da. Nedixwest tu kes zilmê bike. Dixwest her kes wek hev bin. Me pir bêrîya wî kirîye. Heta em bimrin jî emê wî qet ji bîr nekin. Em nebûn wek wî, ji xwe em nikarin bibin wek wî jî. Bê tirts û xwef ev doza pêşve bir. Birayê min li Fakulteya Zanistên Siyasî xwend. Heger wî bixwesta dikarîbû biba walî, lê belê wî ev nexwest û wî axret tercîh kir. (ÎLKHA)






























 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Nisêbînê şerê bi çek: 2 birîndar
6 bajaran de verveleka vevri: 89 rayi qapan biy
Di Remezanê de tercîha bi hişmendî û sifreya hevseng şertek e
Karwanê Hêvîyê li Edeneyê tira alîkariyê şand Rojava
127 kesên dihatin lêgerîn hatin girtin