Bi saya sîstema weşanê ya nûjenkirî, wêne zindîtir û zelaltir in, û kalîteya deng jî xurttir û têgihîştîtir e.
Bi vî awayî, temaşevanên Rehber TV ew ê bikaribin bernameyên xweyên bijare bi kalîteyek weşanê ya pir bilindtir temaşe bikin.
Temaşevanên ku wergirên satelîtê yên bi piştgiriya HD bikar tînin, ne hewce ye ku ti çalakiyekê bikin.
Rehber TV wê li ser frekansa weşana xwe ya heyî bi HD berdewam bike.
Ji bo temaşevanên ku dixwazin Rehber TVyê ji nû ve saz bikin an jî li kanalê bigerin, agahdariya herî dawî ya satelîtê ev e:
Peyk: Türksat 5B
Frekans: 11425 MHz
Polarîzasyon: Vertikal (V)
Rêjeya Sembol: 30000
FEC: 2/3
Rehber TV dê ji bo wêneyên zelaltir, dengek bihêztir û bernameyên bi kalîtetir bi HD weşanê bike. (ÎLKHA)