Rejîma îşxalê qetlîamên xwe didomîne

Di encama êrîşên hovane yên ku ji teref siyonistên îşxalker ve hatin lidarxistin de gelek kes şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.

Ev bû 78 roj ku siyonistên terorîst li Xazzê qetlîam û qirkirinê dikin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di encama êrîşên ku di rojeke dawî hatin kirin de gelek kes şehîd bûn û gelek kesên ku di nav wan de zarok û pîrek jî hebûn birîndar bûn.

Hat ragihandin siyonistên terorîst êrîş birin li ser malbata Wadî ya ku li nêzî Nexweşxaneya Nasr kom bûbûn. Di encama êrîşê de 28 kes şehîd bûn. Her wisa di êrîşa ku li Xan Yunus, Abasan, Nuseyrat û Refahê hatin lidarxistin de zêdetirî 40 kesan şehîd bûn û bi dehan kes jî birîndar bûn.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin