Rejîma îşxalker, êrîşî Cîbalîyeyê kir: 100 şehîd

Rejîma îşxalker, ji Cîbalîyeya ku li bakurê Xezzeyê ye re bi bombeyan êrîş kir, di encama êrîşê de 100 kes şehîd bûn.

Rayedarên tenduristî yê Xezzeyê, daxuyand ku di encama êrîşa Cîbalîyeyê a ku ji teref rejîma îşxalker ve hatîye kirin de 100 kes şehîd bûn, ji 20î zêdetir mirov jî birîndar bûn.

Sîyonîstên ku li hember Tûgayên Qessam rezîl bûne, li dijî xelkê sîvîl yê Xezzeyê bombebarandina xwe ev bû 3 mehe didomîne.

Balafirên îşxalê, li bakurê Xan Yûnisê êrîşeke asîmanî lidarxist û ji cîhên cuda yê bajêr re jî bi guleyên topan êrîş hat lidarxistin, di encama van êrîşan de gelek kes şehîd û birîndar bûn.

Ji 7ê Cotmehê vir ve li Xezzeyê ji teref sîyonîstan ve di alîyê hewa, bejahî û behrê de êrîş tê lidarxistin. Di encama van êrîşan de 8 hezarî wan zarok, 6 hezarî wan pîrek nêzê 19 hezar Fîlîstînî hatin şehîdkirin, nêzê 60 hezar Fîlîstînî jî birîndar bûn.

Qetlîamên li Fîlîstînê a ji teref îşxalkeran ve hêj didome. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno