Rejîma îşxalker êrîşî Xan Yûnisê kir: 55 şehîd

Rejîma îşxalke a sîyonîst, bi balafirên herbê êrîşî bajarê Xan Yûnisê kir, di encamê de 55 Fîlîstînî şehîd bûn.

Qetlîam û qirkirina li dijî Xezzeyê di roja 76emîn de berdewam dike. Artêşa qaşo yê rejîma îşxalkeran êrîşî bajara Xan Yûnisê kir.

Hat destnîşankirin ku di encama êrîşê de 55 Fîlîstînî şehîd bûn, gelek Fîlîstînî jî birîndar bûn.

Hat diyarkirin ku ji ber xerabûna xanî û avahîyan mirov nikarin xwe bighêjînin şehîd û birîndarên di bin kavilan de.

Hêzên hewa yê îşxalê, herêma bazara cîbalîyeyê û derdorê wê jî bi bombeyên fosfor yên ku di navneteweyî de bikaranîna wî qedexe ye êrîşek lidarxist.

Çavkanîyên Fîlîstînê diyar kir ku rejîma îşxaler yên ku Cîbalîyeyê dorpêç kirine gelek welatîyan ji malên wan derxistine û dûre jî malên wan dane ber agir.

Hêva Sor a Fîlîstînê, destnîşan kir Navenda Al-Ghalîayê ji teref îşxalkeran ve hatîye dorpêçkirin, ev rewş jî canê personelên tenduristîyê û 22 jê birîndar 127 welatîyan kirîye nav talûkeyê.

Hat îfadekirin ku welatîyên li Cîbalîyeyê vê sibehê 30 cenazeyên ku navê wan nayê zanîn defin kirine. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê cenazeyê kesê ku ev 3 roje winda bû hat dîtin
Otomobîlfiroşan: Zêdebûna faîzê bandorek neyînî li bazirganiyê dike
Li Bidlîsê otobusa rêwiyan gundirî nava çem: 7 birîndar
Li Êlihê karkerek ceryanê pê girt û can xwe ji dest da
Li peravên Çeneqqeleyê 24 koçber hatin qefaltin