Rejîma îşxalker ev 64 roj in nahêle alîkariyên însanî derbasî Xezzeyê bibin

Ofîsa Ragihandinê ya Hikûmeta Xezzeyê diyar kir ku rejîma îşxalker ev 64 roj in ketina alîkariyê ya ji bo Xezzeyê asteng kiriye û ev jî dibe sedema mirinên ji birçînê, bi taybetî di nava zarokan de ev mirin pêk têne.

Hate gotin ku rewşa niha li Xezzeyê eşkere dike ku rêjîma îşxalker tedbîrên pêwîst ji bo dabînkirina xwarinê bo Xezzeyê û kêmkirina bandorên birçîbûnê negirtine, û hemû yasayên navdewletî birçîbûna sivîlan di dema şer û pevçûnan de qedexe dike, lê ev qedexe li Xezzeyê li dijî sivîlan hatiye binpêkirin.

Ofîsa Ragihandina Hikûmetê bi tundî biryara rejîma îşxalker ya astengkirina derbasbûna alîkariyan bo Xezzeyê û pejirandina vê biryarê ji aliyê Emrîqayê ve şermezar kir û diyar kir ku van siyasetên han kirîza mirovî ya ku 2,4 milyon welatiyên Filistînî dijîn kûrtir kiriye û ji mafên xwe yên bingehîn bêpar mane.

Ofîsa Ragihandinê ya Hikûmetê bang li civaka navdewletî, Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên navdewletî yên cuda û hemû welatên cîhana azad kir ku zextê li rejîma îşxalker û rêveberiya Emrîqayê bikin da ku şerê qirkirinê rawestînin, deriyên derbasbûnê vekin û bi lez û bez gihandina alîkarîyan a bi daîmî zextan bikin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno