Rejîma îşxalker li Xezzeyê 500 xebatkarên tenduristîyê qetil kir

Wezareta Tenduristî ya Xezzeyê, daxuyand ku di encama êrîşa rejîma îşxalker de 500 xebatkarên tenduristîyê şehîd kirine.

Berdevkê Wezareta Tenduristî ya Xezzeyê Doxtor Xelîl ed-Dekran, derheqê êrîşên rejîma îşxalker ku ji 7ê Cotmehê vir ve daye destpêkirin de agahîyan da.

Doxtor Dekran destnîşan kir ku rejîma sîyonîst a îşxalker xizmetên tenduristîyê hedef girtîye, îşxalkeran li Xezzeyê 138 pîrek û zilam hemşîreyan qetil kirîye.

Doxtor weha got, “Xelkê Filistînê dûçarê qirkirinekî wisa bûye ku ji 40 hezarî zêdetir şehîd û windayên wî hene, ji 70ê hezarî zêdetir birîndarên wî hene, xelk bi birçîbûnî, îmhekirin, girtin û qetlîama kîtleyî dûçarê herbê dibin.”

Ji teref doxtor ve hat destnîşankirin ku rejîma îşxalker 500 xebatkarên tenduristîyê şehîd kirine, 1500ê wan birîndar kirine û 312 ji wan jî desteserkirine.

Hat ragihandin ku îşxalkeran ji 7ê Cotmehê vir ve 33 nexweşxane, 53 navendên tenduristîyê, 133 ambûlansan îmhe kirîye. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno