Rejîma îşxalker xayînên ku bi wan re hevkarî dikirin firotin

Berdevkê berê yê artêşa îşxalker diyar kir ku milîsên ku bi hêzên îşxalker ên li Xezzeyê re hevkariyê dikin "nikarin bikevin îsraîlê", û her wiha got ku ev kes ew ê neçar bimînin ku encamên biryarên xwe bi xwe bikişînin.

Berdevkê berê yê artêşa îşxalker di daxuyaniyekê de got ku milîsên ku li Xezzeyê bi artêşê re hevkariyê dikin wê nekevin nav herêmên îşxalkirî û dê "bi tena serê xwe bi çara serê xwe re rû bi rû bimînin".

Berdevk got, "Artêşa me kesî mecbûr nekiriye ku li dijî Hamasê şer bike. Van kesan bi îradeya xwe ya azad tevgeriyane û niha dê mecbûr bimînin ku encamên biryarên xwe bidin."

Ji aliyê din ve, Emrîkayê yên îşxalker, dema ku ji Efxenistanê direvîyan, xayînkarên ku bi wan re hevkarî kiribûn bi tena serê wan re hiştin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno