Rejîma qatil 6 rojnamevanên din li Xezzeyê şehîd kir

Di êrîşeke li ser konê çapemeniyê ya nêzîkî Nexweşxaneya Şîfa li Xezzeyê de, heft kes, di nav wan de rojnamevanên El Cezîreyê Enes el-Şerîf û Muhammed Qurayka jî hebûn, hatin şehîdkirin.

Rêxistinên navneteweyî êrîşê şermezar kirin, Hamas û Cîhada Îslamî jî êrîşê wekî "sûîqesteke bi zanebûn" bi nav kirin.

Şeva Yekşemê li nêzîkî Nexweşxaneya Şîfa li Xezzeyê, konê çapemeniyê ji teref balafirên bêmirov ên rejîma sîyonîst ve hate hedefgirtin. Di êrîşê de heft kes hatin şehîdkirin, di nav wan de nûçegihanên El Cezîreyê Enes Şerîf û Muhammed Qurayka, wênekêş Îbrahîm Zahir û Muhammed Nufel, rojnamevan Muhammed Xalidî û kameraman Mumin Eliywe hebûn.

Peyamnêrê El Cezîreyê Hanî el-Şer ragihand ku êrîşê rasterast konê ku rojnamevan di nav de diman hedef girtiye û gelek kes birîndar bûne. Muhammed Ebû Selmiye, rêveberê Navenda Pizîşkî ya Xezze Şîfa, diyar kir ku êrîş hewldanek kuştinê ya rasterast li dijî endamên çapemeniyê yên li kampusa nexweşxaneyê bû.

Piştî êrîşê, artêşa rejîma sîyonîst rojnameger Enes Şerîf wekî "terorîst" bi nav kir û wî bi endamtiya Hamasê sûcdar kir. El Şerîf vê dawiyê ji ber ku wêneyên qirkirin û birçîbûna li Xezzeyê ji cîhanê re ragihandibû, di medyaya işxalker de rastî êrîşê hatibû.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê NY Stephane Dujarric êrîşê şermezar kir û bal kişand ku lazim e endamên çapemeniyê bi azadî wezîfeyên xwe pêk bînin. Raportora Taybet a NY Irene Khan got, "îsraîl hewl dide rastiyê bikuje, lê ew ê bi ser nekeve." Komîteya Parastina Rojnamevanan ragihand ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve herî kêm 180 rojnamevanên Filistînî hatine qetilkirin. Komeleya Rojnamevanên Emrîkayê jî Şerîf wekî "rojnamevanekî rêzdar" bi nav kir.

Hamasê bang li civaka navneteweyî kir ku tedbîrên lezgîn bigirin, û got ku êrîş "lûtkeya faşîzm û hovîtiyê" temsîl dike. Tevgera Cîhada Îslamî got ku bûyer "beşek ji planeke bêdengkirina rojnamevanan û vekirina rê li ber komkujiyên nû" ye.

Rejîma sîyonîst ji destpêka şer a di 7ê Cotmeha 2023an de ve gelek rojnamevan, di nav wan de Îsmaîl el-Gul û Husam Şebat ji ekîba El Cezîreyê jî hene, hedef girtiye. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar