Rejîma sîyonîst 18 çalakvanên Tirkîyeyê revandin

Fîloya Cîhanî ya ku ji bo şikandina dorpêça Xezzeyê bi rê ket, li avên navneteweyî ji teref rejîma îşxalker ve hate desteserkirin. 21 qeyikên di fîloyê de hatin desteserkirin û 18 welatiyên çalak ên Tirkîyeyê hatin revandin.

Fîloya Sumud a Cîhanî, ku ji bo gihandina alîkariyên mirovî bo Xezzeyê ber bi Xezzeyê ve diçû, li Behra Spî rastî destwerdana rejîma îşxalker hat. Li gorî daxuyaniyek ji fîloyê, 21 qeyik hatine desteserkirin, û tê gotin ku hinek qeyik ber bi avên herêmî yên Yewnanistanê ve diçûn.

Li gorî agahiyan, filoya ji 65 keştiyan pêk tê, wekî beşek ji "Mîsyona Biharê ya 2026" ji Sîcîlyayê derketiye. Destwerdan li avên navneteweyî, bi qasî 50 mîl li rojavayê Girîtê pêk hatiye.

Hat ragihandin ku 18 welatiyên çalakvan ên Tirkîyeyê ên di nav filoyê de jî hatine revandin. Li gorî daxuyaniyan, di dema destwerdanê de keştîyên şer û balafirên bêmirov hatine bikaranîn.

Di daxuyaniyekê de ku ji hêla fîloya keştîyê ve li ser medyaya civakî hatiye weşandin, hat gotin ku rejîma îşxalker nêzî qeyikan bûye û çekan ber bi wan ve nîşan daye. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezaya Darayêni Çoligi de adiro ke cayê vaşine de veciya, amê kışene
Ji pisporan li dijî germên bi şewat hişyariyên krîtîk
Xortê ku dema masiyan digirt ket Çemê Xabûrê winda bû
Îşkence li zindanên rejîma sîyonîst berdewam dike
Di mezûnîyetê de ji ayeta Xwedê re tehemul nehat kirin