Rejima sîyonîst, 29 Aktîvîstên ji Fîloya Sumudê dersînorê Spanyayê kir

Rejima sîyonîst ku êrîşî Fîloya Sumuda ku ji bo şikandina dorpêça Xezzeyê derketibû kir, aktîvîstên ku desteserkiribû ji wan 29ê wan dersînorê Spanyayê kir. Aktîvîstan gotin ku di desteserkirinê de birçî û tî hatine hiştin.

Çapemenîya sîyonîstan îfade kirin ku 29 aktîvîstên ji Fîloya Sumudê dersînorê Spanyayê hatin kirin.

Di êrîşa li dijî Fîloya Sumudê de, 42 keştî hatibûn girtin û bi sedan aktîvîst hatin êsîrgirtin. Wezareta Karên Derve destnîşan kir ku 137 kes hatine serbestberdan û ew ji Tirkîyeyê re hatine anîtin, ji wan welatîyên Emrîka, Îmarat, Cezayîr, Mexrîb, Îtalya, Kuweyt, Lîbya, Malezya, Morîtanya, Swêd, Tunus û Urdun in.

Aktîvîst Îkbal Gurpinara Tirkîyeyî, şert û mercên êsîrtîyê weha qal kir, “Ew xwestin ku em bigrîn, lê me kilaman digot. Ev tişt wan şok kir. Encax bi şekleke ciddî pirsgirêkên xwarin û vexwarinê hebûn. Me nanê xwe yê danekî bi 14 kesan re parve dikin, dermanên me avêtin çopê, komputer telefonên me xesp kirin.”

Parlamenter Benedetta Scuderîyê Îtalyayî jî êsîrbûnê wek, “wehşî û ne li gorî însanîyetê” nirxand. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar