Rejîma sîyonîst: 30 hezar leşker tedawîya psîkolojîkî dîtin

Artêşa qaşo yê rejîma îşxalker a sîyonîst, daxuyand 30 hezar leşkerên wan ji 7ê Cotmehê sala 2023yan vir ve tedawîya psîkolojîkî girtine.

Di daxuyanîya ku ji teref artêşê ve hat belavkirin de hat îfadekirin ji sedî 85 leşkerên wan piştî ku tedawîya psîkolojîkî dîtine cardin beşdarî herbê bûne, nêzê 200 leşkerên ku nexweşîna psîkolojîkî bi wan re çêbûye jî ji artêşê hatine derxistin.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ji destpêka êrîşa ku li dijî Xezzeyê hatine destpêkirin vir ve serwîsa tendursitîya rih yê ku girêdayê Yekîtîya Tebîpan e 7 roj û 24 seat xizmetê dide.

Hat destnîşankirin ku 9 leşker ên di Taxa Zeytûnê de wezîfedarbûn ji ber ku emrê îteatê nekirine ji yekîneyên xwe hatine dûrxistin.

Hat îfadekirin ku derheqê wan leşkeran de tehqîqat hatîye destpêkirin.

Malbatên leşkeran jî îfade dikin ku psîkolojîya zarokên wan xera bûye û ji bona ku tedawîyê bigrin serlêdana nexweşxaneyê kirine. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin