Ekîbên parastina sivîl li Xezzeyê êvara Înê ragihandin ku rejîma sîyonîst komkujiyek nû pêk aniye. Li gorî daxuyaniyê, îşxalkeran wesayîtek sivîl li taxa Zeytûnê hedef girtine û 11 endamên malbata Şa'ban, di nav de heft zarok û du jin hene, kuştine.
Karbidestên Parastina Sîvîl gotin, "Eger îşxalkeran bixwestana, dikarîbûn malbatê hişyar bikirana an jî bi awayekî din mudaxele bikirana. Lêbelê, ev êrîş berhema hişmendiyekê ye ku ji bo xwînrijandinê têr nabe."
Piştî bûyerê, Hamasê daxuyaniyek da û tekez kir ku ev êrîş îxlalkirinek eşkere ya peymana agirbestê ye ku vê dawiyê li Xezzeyê ket meriyetê ye. Tevgerê diyar kir, "Ev komkujî nîşan dide ku îşxalker tevî agirbestê jî sûc dikin û dev ji hedefgirtina sivîlên bêguneh bernedane."
HAMAS her wiha got, "Ev sûcê tirsnak rûpelek reş a nû ye ku li qeyda îşxalkeran tê zêdekirin. Xwîna zarok û jinên me hêna jî di hedefa makîneyên kuştinê yên sîyonîst de ye."
Tevgerê bang li Serokê Emrîkayê Donald Trump û welatên navbeynkar kir ku ji bo rawestandina îxlalkirinên îşxalkeran û garantîkirina pabendbûna wan bi peymanê re, tavilê tedbîran bigirin. Her wiha bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku "berpirsiyariya sûcên şer û qirkirina rejîma sîyonîst bigirin ser xwe." (ÎLKHA)