Rejima sîyonîst alîkarîyên ku ji Xezzeyê re dihatin şandin da sekinandin

Rejima sîyonîst, bi tevî dawîbûna merhaleya ewil a agirbest û pevguhertina êsîran têketina alîkarîyên însanî ya ji Xezzeyê re jî da sekinandin.

Merhaleya ewil a agirbest û pevguhertina êsîran a di navbera HAMAS û rejima îşxalker de hatibû îmzekirin dawî bû, mizakereyên ku ji bo merhaleya duyemîn di 3yê Sibatê de bihatana destpêkirin jî berîya ku dest pê bike dawî bû.

Piştî temambûna merhaleya ewil a pevguhertina êsîran îşxalkerê sîyonîst Binyamîn Netenyahu daxuyand ku hemû alîkarîyên ji Xezzeyê re têne şandin hatine sekinandin.

HAMASê derheqê meseleyê de daxuyanî da û weha got, “Biryara sekinandina alîkarîya însanî ya Netenyahuyê, şantajek û derbeyeke ji peymanê re ye.”

HAMASê, bang li navbeynkaran kir ku bila ji bona ku muameleyên ji Xezzeyê re têne kirin bê dawîkirin zextê bidin ser rejima îşxalker. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin