Rejîma Sîyonîst daxuyand ku 345 leşkerên wan mirine

Artêşa rejîma îşxalker a sîyonîstan, daxuyand ku ji 7ê Cotmehê roja Şemîyê heta îro hejmarê leşkerên wan ên ku hatine kuştin derket 345 kesan.

Berdevkê Hêzên Parastina qaşo yê rejîma îşxalker a sîyonîstan Danîel Hagarî, derheqê reqemên mirîyên îşxalkeran de agahîyên nû parve kir.

Hagarî, diyar kir ku hejmarê leşkerên wan ên ku ji 7ê Cotmehê heta niha hatine kuştin derket 345 kesan.

Hat destnîşankirin ku xebera mirîyan ku di nav wan de efser jî hene ji malbatên wan re hatine şîyandin.

Hagarî ragihand ku ew ê êrîşên wan ên li dijî Xezzeyê berdewam bike û wî îfade kir ku ew di “qedandina” Hamasê de bi qerar in. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno