Rejîma sîyonîst: Di nav 24 seatên dawîn de me li 200 cîhan hedef girt

Ji teref artêşa qaşo yê rejîma îşxalker ve hat daxuyandin ku ew li Xezzeyê di nav 24 seatên dawîn de 200 cîhan hedef girtin.

Qirkirin û komkujîya rejîma îşxalkeran a li Xezzeyê bênavber didome.

Tank û topên îşxalkeran li rojhilata Xan Yûnisê civîyan û ji herêmê re hem di alîyê bejahî hem dî hewayê de bombeyan davêjin.

Hat desntîşan ku li herêmê pevçûn berdewam dikin.

Di daxuyanîya ku ji teref artêşa qaşo yê rejîma îşxalker ve hat daxuyandin de hat îfadekirin ku ew li Xezzeyê 200 cîhan hedef girtin.

Cîhên ku hatin hedefgirtin hat îddîakirin ku aîdê Tûgayên Îzzeddîn El Qessam in.

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristî yê Xezzeyê ve hat belavkirin, rejîma îşxalker di encama êrîşên xwe yên ku ji 7ê Cotmehê vir ve lidardixe de ji 6 hezar û 150 kesan zêdetir zarok, ji 4 hezarî zêdetir pîrek tev de 15 hezar û 523 Fîlîstînîyan şehîd kir, 41 hezar û 316 Fîlîstînîyan jî birîndar kir. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Batmanê du otomobîl serî bi serî li hev ketin: 3 birîndar
Li navçeya Erxeniyê ya Dîyarbekirê, zilamekî piştî nîqaşekê xezûr û bûrayê xwe kuşt
Di qezaya otomobîl û qamyonekê de 2 kes mirin û yek jî bi giranî birîndar bû
Li peravên Îzmîrê 59 koçberên neqanûnî hatin xelaskirin
Li depoya emanet a Dadgeha Dîyarbekirê bi sedan fişek winda bûn