Rejima sîyonîst êrîşê Xezzeyê kir ji 100î zêdetir Filistînî şehîd bûn

Di êrîşên rejima qatil de herî kêm 100 Filistînî şehîd bûn, ji wan 13 kesên wan jî li alîyê noqteya belavkirina alîkarîyê bûne.

Artêşa rejima sîyonîst, doh di seatên serê sibehê vir ve li herêmên cuda yên Xezze êrîşên hemdemî li dar xist.

Li gorî agahîyên ku çavkanîyên nexweşxaneyê belav kirine, li Taxa Şûcaîyeya başûrê Xezzeyê êrîş malekî hatîye lidarxistin, di encamê de 12 Filistînî şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn. Hat îfadekirin ku rewşa hinek birîndaran giran in.

Dîsa li rojavaya bajêr sîvîl rasterast hatin hedefgirtin, di êrîşa asîmanî de 5 kes canê xwe ji dest dan.

Li herêma Kerameya bakurrojhilatê malekî hat bombekirin, di encamê de dayîk û du zarokên wê jî di nav de 5 kes şehîd bûn.

Li navenda bajêr li dijî noqteya ku sîvîl lê kombûne êrîş hat lidarxistin, di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest dan.

Di êrîşên li dijî bajaroka Nezleya Cîbalîyeyê de jî 3 Filistînî hatin qetilkirin.

Hat îfadekirin ku li bakurê Kampa Penaberên Nuseyratê êrîş li malekî hat lidarxistin, di êrîşê de 6 kes, li Deyr Belahê jî 4 kes şehîd bûn.

Hat destnîşankirin sîvîlên ku li ser Ceddeya Selaheddînê ji bo alîkarîyê sekinîne jî hatin hedefgirtin, di encamê de 7 Filistînî şehîd bûn, 2 jê giran 18 kes jî birîndar bûn.

Li rojavaya Refahê jî sîvîlên ku li hêvîya alîkarîyê bûn hatin hedefgirtin, di êrîşekî dinê de jî 3 Filistînî canê xwe ji dest dan.

Di êrîşên li dijî Xan Yûnisê de jî 2 jê li hêvîya alîkarîyê bûn tev de 5 kes şehîd bûn.

Hat îfadekirin ku seatên dawîn de jî di encama êrîşên rejima îşxalker de herî kêm 39 kes şehîd bûne. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar