Rejima sîyonîst êrîşî dibistanê kir: Herî kêm 30 şehîd, ji 100î zêdetir birîndar

Rejima îşxalker, Di nav rojekî de du caran êrîşî Dibistana Ebû Hamîsaya ku Kampa Penaberên El-Bureyceyê ye hedef girtin. Di êrîşan de piranîya wan zarok û pîrek herî kêm 30 kes şehîd bûn, nêzê 100 kes jî birîndar bûn.

Dibistana Ebû Hamîsaya ku Kampa Penaberên El-Bureyceyê ye bû hedefa sîyonîstan. Li gorî çavkanîyên Filistînîyan, dibistana ku sîvîl xwe sipartibûnê du caran hat hedefgirtin.

Hat îfadekirin ku êrîşa ewil di seatên êvarê de hat lidarxistin, di encama wê êrîşê de pîrek û zarok jî di nav de herî kêm 20 kes şehîd bûn, bi dehan sîvîl jî birîndar bûn. Di seatên şevê de jî balafirên îşxalkeran êrîşa duyemîn li dar xistin, di encama êrîşa duyemîn de jî 10 Filistînîyên dinê jî şehîd bûn, nêzê 50 kes jî birîndar bûn.

Dibistana Ebû Hamîsaya ku hedefê êrîşan bûbû, wek cîhê bêmalên ku ji ber herbê malên wan xera bûne an jî malên xwe terk kirine xwe sipartibûn dihat zanîn. Li gorî hiqûqa navneteweyî divê sazîyên perwerdehîyê û sîvîl bêne parastin, lê rejima îşxalker vê qanûnê nas nake.

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristî ya Filistîn, ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve di êrîşên îşxalkeran de 52 Filistînî şehîd bûn, 118 hezar û 752 Filistînî jî birîndar bûn. Hêna jî bi hezaran mirov di bin kavilan de ne.

Hat îfadekirin ku êrîş berdewam dikin, ji ber vê yekê ambûlans û ekîbên xelaskirinê nikarin xwe bighêjînin wan. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar