Rejîma sîyonîst êrîşî konvoya alîkarîyê kir

Ajansa Avahî û Alîkarîya Penaberên Fîlîstînî yê Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) weha daxuyand, “Em di bin êrîşê de nikarin alîkarîyê bighêjînin.”

#Gaza this morning a food convoy waiting to move into Northern Gaza was hit by Israeli naval gunfire - thankfully no one was injured@UNRWA pic.twitter.com/1kvShgX6MG

— Thomas White (@TomWhiteGaza) February 5, 2024
Dîrektorê Xezze yê UNRWAyê Thomas Whîte, daxuyand ku artêşa qaşo yê rejîma îşxalker, êrîşî konvoya ku wê biçûna alîyê bakurê Xezzeyê kir.

Whîte, li ser platforma medyaya civakî ya Xê weha ragihand, “Konvoyekî xwarinê yê ku qaşo ew ê ji bakurê Xezzeyê re bihata birin ji teref fîloya îsraîlê ve hat hedefgirtin. Şikir ku tu kes birîndar nebû.”

Whîte îfade kir ku li Xezzeyê lazimatî ji agirbestekî mayînde û alîkarîya lezgîn re heye.

(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ji şeş gumanbarên mirina Îbrahîmê ciwan li Mêrdînê 3 kes hatin girtin
Kesek mir û yek jî birîndar bû
Li Helebê goristaneke komî ya qurbaniyên îşkenceyê hat dîtin
Otobusa xwendekaran û qamyon li hev ketin: 14 birîndar
Li Xezzeyê bûyerên xwekuştinê di nav artêşa îşxalker de berdewam dikin