Rejima sîyonîst ji bo bi temamî îşxala Xezzeyê dest bi xebatê kir

Rejima sîyonîst ku di warê tunekirina Xezzeyê ya xerîtayê de derbasî merhaleya nû bû, di bin navê “Wesayîtên Herba Gîdeonê” de li dijî temamê Xezzeyê êrîşeke bejahîyê dan destpêkirin.

Rejima sîyonîst ji bo bi temamî îşxala Xezzeyê  dest bi xebatê kir

Rejima qirker, di çarçoveya qirkirina ku li Xezzeyê bikartîne de îşxala berfirehtir kir.

Di daxuyanîya fermî ya ku ji teref artêşa îşxalê ve hat belavkirin de hat îfadekirin ku ew ê di nav 24 seatan de êrîşên berfireh ên asîmanî dane destpêkirin û yekîneyên bejahî jî li dijî noqteyên stratejîk dest bi meşandinê kirin.

Îşxalkerên ku ji zeafîyeta alema Îslamê qewetê digrin bi vê gavê plana xwe ya bidestxistina temamê Xezzeyê bi zelalî îlan kirine.

Operasyona nû ya ku bi navê “Wesayîtên Herba Gîdeonê” hatîye destpêkirin, ji teref kabîneya ewlehî ya sîyonîstan ve di 4ê Gulanê de hatîye qebûlkirin û wek merhaleya ewil a plana îşxalkirina temamê Xezzeyê hatîye daxuyandin.

Çapemenîya îşxalê nivîsand ku tê plankirin gelê Xezzeyê ji başûr re werin koçkirin û ew ê li herêmên ku hatine îşxalkirin jî hebûna xwe ya leşkerî mayînde bikin.

Neteweyên Yekbûyî, daxuyand ku di nav 36 seatên dawîn de herî kêm 250 Filistînî şehîd bûn. Di êrîşên doh de jî herî kêm 113 sîvîl canê xwe ji dest dan. Dibistan, nexweşxane, binesazî û konên penaberan rasterast têne hedefgirtin.

Sîvîlên Filistînî, her roj û her seat micadeleya jîyanê didin.

Îşxalkerên ku ji bona temamê Xezzeyê bindest bikin daxuyandin ku êdî cîhên ku îşxal kirin wê venekişin. Ev bûyer jî ji bo alema Îslamê şermekî mezin e. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Dîyarbekirê qamyonek tijî ka agir pêket û ket benzînxaneyekê
Rejima sîyonîst sîvîlên ku li hêvîya alîkarîyê ne qetil dike
Herba Xezzeyê ya îsraîlê qirkirinek e
Di operasyona fuzeyên Îranê de bi dehan sîyonîst mirin û birîndar bûn
Nêzîkî 20 milyon xwendekaran di heyecana qerneyan de ne