Rejîma sîyonîst li dijî Libnanê êrîşa bejahîyê da destpêkirin

Di daxuyanîya ku ji teref artêşa rejîma îşxalker ve hat belavkirin de weha hat gotin, “Li herêma sînorê operasyonên bisînordar, mehellî û noqte hatine destpêkirin.”

Rejîma îşxalker li dijî Libnanê êrîşa bejahîyê da destpêkirin.

Di daxuyanîya artêşa terorîstan de weha hat gotin, “Artêş, li başûrê Libnanê li dijî binesazîya Hîzbullahê êrîşên bejahîyê yên sînordar û tijî da destpêkirin.”

Hat îfadekirin ku Kabîneya Ewlehîyê vê êrîşê erê kirîye û ji navê êrîşê re jî “Tîrên Bakurê” danîne.

Daxuyanîya ku ji teref sîyonîstan ve hat belavkirin weha ye, “Van hedefan gund û bajarokên nêz dihewîne û van deran ji bo îsraîlîyên ku li bakurê îsraîlê diman re tehdîdek in. Yekîneyên topavêtan a girêdayê hêzên parastina îsraîlê û hêzên hewa yê îsraîlê, ji hêzên bejahîyê re destekê didin. Li gorî nirxandina rewşa operasyona ‘Tîrên Bakur’, ew ê bi tevî Xezzeyê berdewam bike.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kanîreş de aşma nîsane de veure varena
Li Sêrtê barîna zêde ya baranê bû sedema lehî û herikandina erdê
Çima nabe ku di havînê de tekerên zivistanê werin bikaranîn?
Kurd piştî salan ji bo nasnameyê serlêdanê kirin
Hewaya biharê cihê xwe da ber teyrokê