Rejîma sîyonîst li Libnanê hedefgirtina sîvîlan didomîne

Doh êvarê heta serê sibehê Beyrûda paytexta Libnanê ji teref sîyonîstan ve hat hedefgirtin, ji hewa, bejahî û behrê gelek bombe hatin avêtin.

Li Beyrûda peytexta Libnanê heta serê sibehê bombe teqîyan.

Îşxalkeran, li Taxa Hureykaya ku herêma Dahîyeya Beyrûdê ye avahîyekî sîvîlan hedef girt.

Di êrîşê de bi tonan bombe hatin bikaranîtin.

Hat desntîşankirin ku avahî di encama êrîşê de bû wek xwelîyê û bi sedan mirov di bin kavilan de mane.

Çapemenîya îşxalê jî diyar kirin ku di vê êrîşa ku li dijî cîhên sîvîlan hatîye kirin de Serokê Hîzbullahê Hasan Nasrallah li wê derê bûye encax Nasrallah di êrîşê de sax xelas bûye.

Wezareta Tenduristî ya Libnanê, daxuyand ku di encama êrîşa sîyonîstan de 6 kes şehîd bûne û 91 kes jî birîndar bûne.

Hat îfadekirin çiqas jî di bin kavilan de 6 şehîd hatibin derxistin tê texmînkirin 300 kesan canê xwe ji dest dane, di bin kavilan de xebatên lêgerîn û xelaskirinê berdewam dikin.

Hat ragihandin ku di encama êrîşan de heta niha herî kêm 750 mirov şehîd bûne, bi hezaran mirov jî birîndar bûne. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno