Rejîma sîyonîst li Nexweşxaneya Şîfayê gelek kesan înfaz kir

Wezareta Tenduristî ya Fîlîstînê daxuyand ku di êrîşa ku li Nexweşxaneya Şîfayê hat lidarxistin de, refaqetvanên nexweşan hatine înfazkirin.

Wezareta Tenduristî ya Fîlîstînê, derheqê Nexweşxaneya Şîfayê de daxuyanî da, “Hêzên îşxalê refaqetvanên nexweşan înfaz dikin, wan digrin an jî wan bi zorê koça başûrê Xezzeyê dikin.”

Hat destnîşankirin ku 107 nexweşên ku rewşa wan giran in di beşa çavdêrîya awarte de têne girtin û 60 personelên dinê jî di avahîyekî dinê de desteserkirine.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku artêşa îşxalê Nexweşxaneya Şîfayê ev bû 13 roj e dorpêç kirîye û êrîşan li dar dixe. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin