Rejîma sîyonîst li ser sîvîlên Xezzeyê çekên nû diceribîne

Artêşa rejîma sîyonîst (ÎDF) cara yekem li Xezzeyê, li dijî sivîlan dest bi bikaranîna mûşeka xwemalî ya bi navê "Bar" kir.

Ev mûşeka nû ji aliyê Elbit Systems ve hatiye pêşxistin û cihê mûşeka "Romach" a berê digire, û menzîlek dirêjtir û şiyanên hedefgirtinê yên baştir pêşkêş dike.

Li gorî daxuyaniya IDF, mûşeka "Bar" dikare di qadên şer ên aloz de bi rastbûnek bilind li hedefan bixe.

Yekîneyên topxaneyên Lîwaya 282an zêdetirî 5 hezar êrîş li ser hedefên li Korîdora Moragê ya di navbera Refah û Xan Yûnisê de ye pêk anîn. Moşeka "Bar" cara yekem di van êrîşan de hat bikaranîn. Hate diyarkirin ku mûşek dikare bi saya pergala xwe ya rêberiya lazerê di demek pir kurt de hedefa xwe ji holê rake.

Li gorî raporên çapemeniya rejîma sîyonîst, mûşeka "Bar" xwedî menzîla nêzîkî 30 kîlometreyan e û sîstemeke bi rêberiya lazerê bikar tîne. Bi rêjeya xwe ya bilind a lêdanê, nemaze li deverên qerebalix, balê dikişîne.

Ji aliyekî din ve, êrîşên rejîma sîyonîst li Xezzeyê ji teref civaka navneteweyî ve rastî rexneyên mezin tên. Di êrîşên hewayî û bejayî yên di 48 saetên dawî de zêdetirî 500 Filistînî şehîd an jî birîndar bûn. Piraniya şehîdan jin, zarok û kal û pîr in.

Ceribandina çekên xwe yên nû ji aliyê rejîma sîyonîst ve li ser sivîlên Xezzeyê, di warê hiqûqa navneteweyî û normên mafên mirovan de fikarên cîddî derdixe holê. Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên din ên navneteweyî banga parastina sivîlan û rêzgirtina li prensîba rêjeyîbûnê di karanîna hêzê de dikin.

Her çiqas avêtina mûşeka "Bar" ji aliyê rejîma sîyonîst ve li Xezzeyê careke din tesîrên wêranker ên teknolojiya şer li ser sivîlan eşkere kir jî, bi meraq tê texmînkirin ku civaka navneteweyî dê çawa bertek nîşanî van îstismaran bide. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar