Rejîma sîyonîst: Li Xezzeyê 186 efser û leşker hatin kuştin

Artêşa qaşo yê rejîma îşxalê, daxuyand ku di encama pevçûnên ku li Xezzeyê pêk hatine de 186 efser û leşkerên wan hatine kuştin.

Rejîma sîyonîst, daxuyand ku di pevçûnan de efserekî wan yê dinê jî hatîye kuştin.

Di daxuyanîyê de hat diyarkirin di pevçûnên li nav Xezzeyê de bînbaşi Alkana Newlander yê 24 salî hatîye kuştin.

Ji 7ê Cotmehê vir ve ku roja destpêka êrîşa li dijî Xezzeyê ye hejmarê sîyonîstên ku hatine kuştin 186 jê li Xezzeyê bi temamî derket 520 kesan.

Artêşa qaşo yê rejîma îşxalê, hejmara rast a mirî û birîndarên leşkerên xwe ji raya giştî vedişêre.

Çapemenîya îşxalê jî van reqeman bi îzna rejîma îşxalê dikare parve bike. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê