Rejima sîyonîst li Xezzeyê heta niha 1580 xebatkarên tenduristîyê qetil kir

Wezareta Tenduristî ya Xezzeyê, diyar kir ku ji 7ê Cotmehê vir ve di êrîşa sîyonîstan de 1580 xebatkarên tenduristîyê hatine qetilkirin.

Rejima îşxalker, bi êrîşên xwe yên ku li Xezzeyê li dar dixe ve nexweşxaneyan xera dike û personelên tenduristîyê û malbatên wan hedef digre, bi vê şeklê armanc dike ku sektora tenduristîyê hilweşîne.

Artêşa îşxalê, herî dawîn li Xan Yûnisa Xezzeyê malbata doxtorekî hedef girt.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ve hat belavkirin de hat îfadekirin ku artêşa îşxalê, sektora tenduristîyê hedef digre û di encama van êrîşan de 1580 xebatkarên tenduristîyê qetil kirîye.

Hat îfadekirin ku doxtor Ala en-Naccar ku di Nexweşxaneya Nasirê de dixebite dema ku biçe nexweşxaneyê ji mala xwe derket, û dûre êrîş li mala wê hat kirin.

Di êrîşê de 9 zarokên Ala ku navên wan Yahya (12), Rakan (10), İf (9), Cubran (8), Rislan (7), Rifan (5), Sidin (3), Lokman (2) Sidra (6 mehî) in hatin qetilkirin.

Zilamê Ala, Hamdî en-Neccar (40) û kurê wê Adem (11) di êrîşê de bi giranî birîndar bûbûn. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mesajê Eidî yê Weqfa Evîndarên Pêxemberî
Divê em wekî fersendekê bizanibin ku xeyidandin bi dawî bibi
2 kes birîndar bûn
Hecî ber bi Erefatê ku stûna herî girîng a Hecê ye ve diherikin
Weqfa Evîndarên Pêxember peyama Cejna Qurbanê belav kir