Rejîma Sûrîyê êrîşî Îdlîbê kir: 20 kesên siwîl jiyana xwe ji dest dan

Di êrîşa asimanî ya ku li Îdlîba Sûrîyê ji teref rejîma Sûrîyê ve hat kirin de 20 kesên siwîl jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin ji teref rejîma Sûrîyê ve doh êvarî ve bi balafirên şer êrîş li 2 gundên ku di nav sînorên “herêmên lê kêmkirina pevçûnê ne” de ne hat kirin. Di encama êrîşa asimanî ya ku hat kirin de 20 kesên siwîl jiyana xwe ji dest dan.

Li gor çavkanîyên fermî ji meha Çilê vir ve di êrîşên ku ji teref balafirên Rûsyayê û rejîma Sûrîyê  ve hatin lidarxistin de heta niha 230 kesên siwîl jiyana xwe ji dest dane û herî kêm hezar û 500 kesên siwîl jî birîndar bûn.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin
Weqfa Êtîman ji bo êtîman kampanyaya zivistanê da destpêkirin
Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe