Rejîma Sûrîyê hakîmîyeta xwe ya li Îdlîbê zêdetir dike

Di êrîşên asimanî yên ku ji teref balafirên şer ên Rûsya û rejîma Sûrîyê ve li Îdlîbê hatin kirin de herî kêm 15 kes jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin her ku diçe rejîma Sûrîyê hakîmîyeta xwe ya li Îdlîbê zêdetir dike. Li Îdlîba Sûrîyê bi balafirên şer zêdetirî 100î êrîş li gelek herêmên Îdlîbê hatin kirin. Di êrîşên asimanî yên ku ji teref balafirên şer ên Rûsya û rejîma Sûrîyê ve li Îdlîbê hatin kirin de herî kêm 15 kes jiyana xwe ji dest dan.

Digel êrîşên dawî yên asimanî yên ku hatin kirin hinek herêmên li rojhilata Îdlîbê bi dest xistin.

Li Îdlîba ku wek “Herêma Kêmkirina Rageşîyê” hat îlankirin ev bû mehek û nîv ku bênavber êrîş tên lidarxistin.

Niha bajêr di bin kontrola muxalifan de ye.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin
Weqfa Êtîman ji bo êtîman kampanyaya zivistanê da destpêkirin
Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe