Rejîma Sûrîyê Xutaya Rojhilat bi temametî xist bin konrtola xwe

Artêşa Rûsyayê destnîşan kir piştî êrîşên ku nêzî du mehan berdewam kirin de rejîma Sûrîyê Xutaya Rojhilat bi temametî bi dest xist.

Li Xutaya Rojhilat di êrîşên ku nêzî du mehan ji teref rejîma Baas ve hatin kirin de nêzî 2 hezar kesan hatin qetilkirin û bi hezaran kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin Xutaya Rojhilat a ku lê qetlîam hat kirin bi temametî hat bidestxistin. Derbarê mijarê de de artêşa Rûsyayê destnîşan kir piştî êrîşên ku nêzî du mehan berdewam kirin de rejîma Sûrîyê Xutaya Rojhilat bi temametî bi dest xist.

Hat diyarkirin di nava cihên ku hatine bidestxistin de Dûmaya ku rojên borî êrîşa kimyewî hat kirin jî heye.

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ve hat diyarkirin vê şeveqê rejîma Sûrîyê li Xutaya Rojhilat bi temametî kontrolê bi dest xistiye.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin