Rejîma terorê li Cîbalîyeyê qetlîamê kir: Ji 400î zêdetir şehîd û birîndar hene

Rejîma îşxalker a sîyonîst, li bakurê Xezzeyê êrîşî kampa Cîbalîyeyê kir, di encama bomberandinê de piranîyê wan zarok û pîrek ji 400î zêdetir mirov şehîd bûn an jî birîndar bûn.

Wezareta Tenduristî ya Xezzeyê diyar kir, îşxalkeran piştî bombebarandina li derdorê Nexweşxaneya Endonezyaya Cîbalîyeyê îro “qetlîamekî felaket” pêk anît.

Wezaret destnîşan kir ku li gorî dîyarîyên ewil 400 şehîd û birîndar hene, ji ber ku li herêmê nifûs zêdeye dibe ku ev reqem zêde jî bibe.

Berdevkê Wezaretê, di roportaja ku li El Cezîreyê re da de ev êrîşî bi gotina “felaketekî herîdawîn” wesifand û diyar kir ku piranîya qurbanîyan zarok û pîrek in.

Hat dîyarkirin ku rejîma îşxalker a terorîs bi 6 ton bombeyan êrîşî kampa cîbalîyeyê kirîye û taxê bi temamî ji holê rakirîye.

(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno