“Resûlullah temînata hizûra dinya û axretê ye”

Alimên ku beşdarî bernameya mewlûdê ya ku li Êlihê hat tertîpkirin bûn destnîşan kirin Resûlê Xwedê temînata şadî û bextewarîya dinya û axretê ye.

Doh ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve bi beşdarbûna bi deh hezaran li Êlihê bernameya bi navê “Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Jiyana Wî” hat tertîpkirin.

Alimên herêmê yên ku beşdarî bernamê bûn derbarê bernamê de hest û ramanên xwe wiha anîn zimên:

Serokê Giştî yê Yekîtîya Alim û Medreseyan Mela Enwer Kiliçarslan: “Kesên ku Hz. Muhammed taqîb bikin ew ê li her du cîhanan jî bibe xwedî izzetê. Resûlullah temînata hizûra dinya û axretê ye.”

Endamê Yekîtîya Alim û Medreseyan Mela Evdirrehman Îçlek: “Înşallaj ew ê ev bernameyên mewlûdê bibin wesîleya şiyarbûna û yekbûna Mislimanan  û ew ê Misliman çawa ku doh Qudsê ji cihûyên necis paqij kiribin ew ê îro jî Quds û beldeyên Îslamê ji wan xelas bikin.”

Mela Seîd Mahmudê ji Ulemaya Kurdistana Sûrîyê: “Divê em temamê salê de Pêxemberê xwe di ruh û eqlê xwe de zindî bigirin.”

ÎLKHA


















 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin
Weqfa Êtîman ji bo êtîman kampanyaya zivistanê da destpêkirin
Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe