Weke ku tê zanîn ji teref rejîma Esed be bang li Rêxistina Qedexekirina Çekên Kimyewî hatibû kirin da ku li Dumayê lêkolîn bê kirin. Ev banga rejîm ji teref rêxistinê ve hat qebûlkirin. Di daxuyanîya ku ji teref Rêxistina Qedexekirina Çekên Kimyewî ve hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin ew Mîsyona Tespîta Rewşê wezîfedar kirine û dê bişînin Dumaya ku lê êrîşa kimyewî hat lidarxsitin.
Di êrîşa kimyewî ya ku berî vê çend rojan li Dumaya Sûrîyê hat lidarxistin de 78 kesên siwîl jiyana xwe ji dest dabûn
ÎLKHA