Rêxistina Tenduristîyê yê Cîhanê: Nexweşxaneya Şîfayê bûye goristan

Ji teref Rêxistina Tenduristîyê yê Cîhanê ve Nexweşxeya Şîfayê ku nexwşexaneya herî mezin a Xazzeyê ye wek bi navê “goristanê” hat binavkirin.

Berdevkê Rêxistina Tenduristîyê yê Cîhanê Christian Lindmeier derbarê rewşa nexwşexaneyên li Xazzeyê yên ku ji teref şebekeya teror û îşxalê ve tên hedefgirtin de daxuyanîyek hat belavkirin.

Lindmeier di daxuyanîya ku belav kir de got ku li derdora nexweşxaneyê gelek cenazeyên ku nikarin bên definkirin hene û wiha got: “A niha li nexwşexanê û li derdora nexwşexaneyê gelek cenazeyên ku nikarin bên definkirin û nikarin bên rakirin mirîxaneyan hene. Meriv dikare bibêje Nexweşxeya Şîfayê bûye goristan.”

Midûrê Giştî yê Nexweşxaneya Şifayê Muhammed Ebû Selîme derbarê mijaêr de ragihand şebekeya teror û îşxalê dibe asteng ku ew cenazeyên kesên ku şehîd bûne defin bikin.

Selîme di berdewama daxuyanîya xwe de got ku rewşa wan bebekên ku di kuvozan de de dimînin nebaş e û ji van bebekan 7 bebekan ji ber bêoksîjenîyê şehîd bûn.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Batmanê du otomobîl serî bi serî li hev ketin: 3 birîndar
Li navçeya Erxeniyê ya Dîyarbekirê, zilamekî piştî nîqaşekê xezûr û bûrayê xwe kuşt
Di qezaya otomobîl û qamyonekê de 2 kes mirin û yek jî bi giranî birîndar bû
Li peravên Îzmîrê 59 koçberên neqanûnî hatin xelaskirin
Li depoya emanet a Dadgeha Dîyarbekirê bi sedan fişek winda bûn