Rêya ku li Diyarbekirê bi salan e nayê çêkirin şêniyên meheleyê mexdûr dike

Welatiyên ku li navçeya Surê ya Diyarbekirê di kolana ku wekî 'herêma vîllayan' tê nasîn de dijîn, diyar kirin ku ji ber rê zarok di çûyîna dibistanê de û wesayît jî di derbasbûnê de zehmetiyê dikişînin û bertek nîşanî Şaredariya Surê dan.

Rêya ku li Diyarbekirê bi salan e nayê çêkirin şêniyên meheleyê mexdûr dike

Pirsgrêka rê ya ku li Kolana 6017an a Meheleya Fetihê ya li ser rêya Diyarbekir û Farqînê ku girêdayî navçeya Surê ye bi salan e berdewam dike, şêniyên meheleyê mexdûr dike. Welatiyên ku diyar kirin tevî gilîkirinên zêde jî rê nayê çêkirin, daxwaz kirin ku Şaredariya Surê ji vê pirsgirêkê re çareseriyekê bibe dîtin.

Pirsgrêka rê ya di vê devera niştecîhbûnê de ku di nav gel de wekî "herêma vîllayan" tê nasîn, dibe sedema berteka welatiyên herêmê. Welatiyên ku demeke dirêj e li bende çêkirina rê ne, dixwazin mexdûriyeta ku dijîn bê çareserkirin.

Şêniyên meheleyê diyar kirin ku rê bi salan e nayê çêkirin û tevî giliyên wan jî tu encam nehatine wergirtin, û gotin ku Şaredariya Surê berpirsiyariya xwe nayîne cih.

Welatiyên ku anîn ziman ku rewşa heyî ya rê jiyana rojane neyînî bandor dike, diyar kirin ku bi taybetî zarok di çûyîn û hatina dibistanê de zehmetiyê dikişînin. Welatiyên herêmê destnîşan kirin ku di derbasbûna wesayîtan de jî pirsgirêk derdikevin û ji ber çênebûna rê mexdûr bûn e.

Şêniyên mehaleyê ku dixwazin pirsgirêka rê ya ku bi salan e li bende çareseriyê ye di zûtirîn dem de bê çareserkirin, banga li Şaredariya Surê kirin ku erka xwe bîne cih û ji pirsgirêka rê ya li herêmê re çareseriyeke domdar bîne.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Hetê tîman ra ameyî xelisnayene
Ji bo xwediyên çekên bi ruhset hişyarî!
6 kes birîndar bûn
Li Çinarê şerê bi daran: 6 birîndar
Meteorolojî ji bo 9 bajarên Bakur hişyarîya baranê da