Roja Weremê ya Cîhanê: Nexweşiya ku pêşîlêgirtina wê mimkun e, hîn jî bandorê li mîlyonan dike

Roja Tuberkulozê ya Cîhanê ku her sal di 24’ê Adarê de tê bibîranîn, armanc dike ku li hemberî nexweşiya tofê ya ku di asta gerdûnî de hîn jî wekî pirsgirêkeke cidî ya tenduristiya giştî berdewam dike, hişmendiyekê ava bike.

Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (DSÖ/WHO), Tuberkuloz (Werem) îro jî di cîhanê de wekî yek ji nexweşiyên vegirtî yên herî kujer dimîne. Di sala 2024’an de nêzî 10,7 mîlyon kes bi nexweşiya Weremê ketin û 1,23 mîlyon kesan jiyana xwe ji dest da.

Li gorî pisporan, tevî ku pêşîlêgirtina vê nexweşiyê pêkan e û dikare were dermankirin jî, hîn jî bandoreke mezin li ser girêyên fireh (kitle) dike. Bi saya têkoşîna ku di asta gerdûnî de tê meşandin, ji sala 2000’î û vir ve jiyana nêzî 83 mîlyon kesan hat rizgarkirin, lê leza pêşkeftinê ji armancên hatine diyarkirin paşdetir dimîne.

Tuberkuloz, nexweşiyeke vegirtî ye ku herî zêde bandorê li pişikan dike; lê belê dikare belavî organên din ên mîna mejî, gurçik û stûna pişta mirov jî bibe. Nexweşî bi rêya dilopên ku ji kesên nexweş di dema koxîn an pişkînê de belavî hewayê dibin, derbasî kesên din dibe.

Rayedarên tenduristiyê balê dikişînin ser wê yekê ku belavbûna tofê bi taybetî li welatên kêm-dahat û navîn-dahat gelekî zêde ye. Li gorî agahiyan, li hinek herêman di her 34 saniyekê de kesek bi nexweşiya tofê dikeve.

Ji aliyê din ve, tê texmînkirin ku li seranserê cîhanê bi mîlyonan kes vê nexweşiyê hildigirin, lê ne teşhîs bûne û ne jî di qeydên fermî de ne. Ev rewş kontrolkirina belavbûna nexweşiyê zehmettir dike.

Yek ji astengiyên herî mezin di têkoşîna li dijî Weremê de, wekî dozên berxwedêrî li dijî gelek dermanan (MDR-TB) derdikeve pêş. Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (DSÖ), ji van nexweşan tenê nêzî ji sedî 40 dikarin bigihîjin dermankirinê.

Li gorî pisporan, di nav nîşaneyên destpêkê yên tofê de koxika ku dirêj dike, agir (tayê), windakirina kîloyê û bêhalî cih digirin. Lê belê ji ber ku ev nîşane piraniya caran wekî tiştên sivik tên dîtin, teşhîskirina nexweşiyê dikare dereng bikeve.

Rayedarên tenduristiyê destnîşan dikin ku teşhîsa zû û dermankirina birêkûpêk hem ji bo başbûna kesane hem jî ji bo rêgirtina li belavbûna nexweşiyê krîtîk in. Her wiha tê diyarkirin ku faktorên wekî xizanî, xwarina kêm û pirsgirêkên gihîştina xizmetên tenduristiyê di belavbûna nexweşiyê de roleke girîng dilîzin.

Mijara Roja Tuberkulozê ya Cîhanê ya sala 2026'an, bi peyama "Em dikarin Tuberkulozê biqedînin" balê dikişîne ser zêdekirina hevkarî û veberhênanên gerdûnî.

Pispor destnîşan dikin ku bi xurtkirina pergalên tenduristiyê, teşhîsa zû, rêbazên dermankirinê yên nû û zêdekirina xebatên hişmendiya civakî, nexweşiya Tuberkulozê di asta gerdûnî de dikare were kontrolkirin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

50 ton goştê tawarî yo ke tarîxê cı deperayo u xerepyayo, ame destvıstene
Sedema herifîna rêya li Amedê diyar bû
Dayika şehîd Muhammed Ata Zengin li Mêrdînê wefat kir
Weqfa Êtîman rapora çalakiyên xwe yên meha Remezanê ya 2026an weşand
HUDA PAR derbarê êrîşa Hewlêrê de sersaxî da