Rojîn Kabaîş ya ku li Wanê mirî hatibûn dîtin li Dîyarbekirê hat definkirin

Cenazeya Rojîn Kabaîşa xwendekarê zanîngehê ku 18 roj e li Wanê winda bû û li beravên Behra Wanê ceseda wê hatibû dîtin, li Dîyarbekirê hat definkirin.

Ceseda Rojîn Kabaîşa ku di 27ê Îlonê de winda bûbû û di Zanîngeha Yuzuncuyila Wanê de di Beşa Mamostetîya Berîya Dibistanê de dixweyînd li beravên Behra Wanê ya li gundê MeleQasima navçeya Tuşpayê hat dîtin.

Cenazeya Kabaîş piştî karên li otopsîyê ji malbata wê re hat teslîmkirin. Cenazeya Rojîn ji teref bavê wê Nîzamettîn Kabaîş û xizmên wê ve hat teslîmgirtin û bi wesayîtan ji Dîyarbekirê re hat anîtin.

Cenaze ji Goristana Yenîkoya navçeya Rezan re hat anîtin, di Camîya Yenîkoyê de nimêja wê ya cenazeyê hat kirin û dûre hat definkirin.

Ji definkirina Rojîn re bi tevî malbat û xizmên wê gelek welatî jî beşdarî bûn. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno