Rojnamegerek din li Xezzeyê hat qetilkirin

Rojnamegerê Filistînî Seîd Emîn Ebû Haseneyn ê di êrîşa li ser Xezzeyê de birîndar bûbû li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin şehîd bû.

Buroya Ragihandinê ya Hikûmeta Xezzeyê ragihand ku rojnamevan Ebû Haseneyn di êrîşa rejîma îşxalker a 7ê Nîsanê ya li dijî konên li nêzî Nexweşxaneya Nasir a li bajarê Xan Yûnis ê başûrê Xezzeyê de birîndar bûbû.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku rojnamevan Ebû Haseneyn ku xebatkarê Radyoya Dengê Eqsayê bû li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin şehîd bû.

Hat destnîşankirin di êrîşên ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir va ji teref rejîma sîyonîst ve li ser Xezzeyê tên kirin de hejmara rojnamegerên ku mirin derket 213an. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin