Rojnamevanekî Alman ku beşdarî Fîloya Azadîyê bûbû: Ez li girtîgeheke îsraîlê rastî îstismara cinsî hatim

Rojnamevana Alman Anna Liedtke, li ser keştiya "Wijdan" a Fîloya Azadîyê, eşkere kir ku di dema girtina rejîma sîyonîst de rastî îstismara cinsî hatiye. Rêxistinên mafên mirovan daxwaza lêpirsînek navneteweyî li ser van îddîayan kirin.

Rojnamevana Alman Anna Liedtke, ku ji ber ku li ser keştiya alîkariya mirovî ya "Wijdan" a girêdayî Fîloya Azadîyê bû, hatibû girtin, eşkere kir ku dema ku di zindanên rejîma sîyonîst de bû, rastî tecawizê hatiye.

Liedtke cara yekem bi eşkereyî axivî û diyar kir ku piştî ku keştiya ku armanc dikir di payîza 2025an de dorpêça deryayî ya Xezzeyê bişkîne, ji teref hêzên îşxalker ve hate desteserkirin, ew ji bo girtîgehên cuda hate veguhastin. Wê got ku di van veguhastinan de, di dema "lêgerînên şermezarkirinê" de rastî îstismara cinsî hatiye, û ezmûna xwe wekî "pratîkek sîstematîk a ku rûmeta mirovan hedef digire" bi nav kir.

Liedtke tekez kir ku ew pênc rojan di girtîgehê de maye û muameleya ku lê hatiye kirin tenê bi wê ve sînordar nebûye. Rêxistinên mafên mirovan ên ku di warê mafên girtiyan de dixebitin jî destnîşan kirin ku ev daxuyanî girêdanek nû û cîddî li dosyaya kombûyî ya îddîayên tundûtûjiya cinsî û muameleya xerab di girtîgehên rejîma sîyonîst de zêde dikin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Amed û 17 navçeyên wê di dawiya hefteya salê de dê tariyê de bibînin!
Li Bismila Diyarbekirê wesayiteke ku diçû ji nişka ve şewitî
15 kes birîndar bûn
HUDA PAR: Divê alema Îslamê di zûtirîn dem de ji vê rewşa şermîner şiyar bibe!
Weqfa Êtîman di meha Kanûnê de li Bangladeşê piştgirî dide zarokên êtîm