Rojnamevanekî din jî qetil kirin

Îşxalkerên siyonist li Xazzeyê rojnamevanekî din ê bi navê Muhammed Halîfe qetil kirin. Ji 7ê cotmehê vir ve hejmara rojnamevanên ku hatin qetilkirin bû 99

Îşxalerên siyonist û terorîst hêj li Xazzê rojnamevanan qetil dikin

Di encama êrîşên siyonistên terorîst de li Xazzê rojnamevanekî din jî şehîd bû.

Derbarê mijarê de ji teref Ofîsa Medyayê ya Hikûmeta Xazzê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin îşxalkerên siyonist li Xazzeyê rojnamevanekî din ê bi navê Muhammed Halîfe qetil kirin.

Hat îfadekirin ji 7ê cotmehê vir ve hejmara rojnamevanên ku hatin qetilkirin bû 99

Li gorî çapemenîya Filistînî îşxalkerên siyonist mala Xelîfe ya li kampa penaberan a li Nusayratê bombe kirin, di encama bombebarana ku hat kirin de digel Xelîfe gelek endamên malbata wî jî şehîd bûn.

Siyonistên terorîst û îşxalker ji bo zilm û zordarîya ku ew li Xazzê û li ser axên îşxalkirî tên kirin dinya pê nehesê bi qesdî rojnamevanan hedef digrin û wan şehîd dikin.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno