RTD: Nexweşxaneya Nasr a li Xazzê xizmetê nade

Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tenduristîyê yê Cîhanê Adhanom Ghebreyesus ragihand ji ber êrîşên rejîmên îşxalker Nexweşxaneya Nasr a li Xazzê nikare xizmetê bide.

Qetlîam, qirkirin û wehşeta ku di 7ê Cotmehê de li Xazzê ji teref siyonistên îşxalker ve hat destpêkirin li ber çavên dinyayê bênavber berdewam dike.

Siyonistên terorîst ên ku li sehayê ji komên berxwedanê darbeyên giran û dijwar dixwe him qeybên xwe vedişêre û him jî berê xwe dide wan sîwîlên bêsûc û bêguneh.

Di encama êrîş û wehşeta ku ji 7ê Cotmehê vir hatin destpêkirin de heta niha 28 hezar û 858 kesên ku exlebeyê wan zarok û pîrek bûn şehîd bûn û 68 hezar û 688 kes jî birîndar bûn.

Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tenduristîyê yê Cîhanê Adhanom Ghebreyesus derbarê mijarê de li ser hisaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek parve kir û got ku rewş her ku diçe giran û dijwartir dibe û ji ber êrîşan û ji ber bêîmkanîyan Nexweşxaneya Nasr a li Xazzê nikare xizmetê bide.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno