Rûsya: Em bang li Amerîka dikin da ku bi agir nelîze

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Lavrov destnîşan kir “Amerîka PYDê bi kar tîne û hewil dide Sûrîyê dabeş bike. Em bang li Amerîka dikin da ku bi agir nelîze.”

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di civîna ku ji teref Kuluba Nîqaşê ya Valdaî ve hat tertîpkirin de axavtineke kir. Lavrov di axavtina xwe ya ku kir de di warê parastina PKK/PYDê de Amerîka îqaz kir û got: “ Em bi endîşe wan gavên Amerîka ya dabeşkirina Sûrîyê nexasim jî yên ku li rojhilata Feradê tên avêtin taqîb dikin. Amerîka PYDê bi kar tîne û hewil dide Sûrîyê dabeş bike. Ev yek jî dibe sedem ku pêwendîyên bi Tirkîyê re xera bibin. Em bang li Amerîka dikin da ku bi agir nelîze û li gor berjewendîyên xelkê Sûrîyê gavan bavêje.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin
Weqfa Êtîman ji bo êtîman kampanyaya zivistanê da destpêkirin
Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe