Rûsya: Esad, piştî encama hevdîtinên bi muxalîfan re cihê xwe terk kir û ji welat derket

Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihand ku Beşar Esed di encama hevdîtinên xwe yên bi muxalefetê re dest ji erka xwe berda û welat terikand.

Di daxuyaniya wezaretê de hat gotin ku Rûsya bûyerên li Sûriyeyê “bi fikariyeke mezin teqîq dike”.

Di daxuyaniyê de wilo hat gotin, “Di encama hevdîtinên di navbera Beşar Esed û hin beşdarên şerê çekdarî de li ser xaka Komara Erebî ya Sûriyê, wî biryar da ku dest ji erka serokomariyê berde, amaje bi wê yekê kir ku veguhestina desthilatê bi awayekî aştiyane were kirin û welat terikand.

Di heman demê de em bang li hemû aliyên pêwendîdar dikin ku dev ji bikaranîna şîddetê berdin û bangek qanih bikin ku hemû pirsgirêkên rêveberiyê bi rêyên siyasî çareser bikin. Em banga rêzgirtinê ji bo nêrînên hemû hêzên etnîkî û dînî di civaka Sûriyê de dikin û piştgiriya hewlên avakirina pêvajoyeke siyasî ya berfireh li ser bingeha biryara 2254 ya Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî dikin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kanîreş de aşma nîsane de veure varena
Li Sêrtê barîna zêde ya baranê bû sedema lehî û herikandina erdê
Çima nabe ku di havînê de tekerên zivistanê werin bikaranîn?
Kurd piştî salan ji bo nasnameyê serlêdanê kirin
Hewaya biharê cihê xwe da ber teyrokê