Rûsya ji bo Şerê Cîhanê yê Sêyemîn hişyariyê dide

Alîkarê Serokê Konseya Ewlehiyê ya Rûsyayê Dmitry Medvedev diyar kir, "Eger Serokê Emrîkayê Donald Trump polîtîkayên xwe yên dîn û sûcdar bidomîne, bê guman (Şerê Cîhanê yê Sêyemîn) dê dest pê bike."

Alîkarê Serokê Konseya Ewlehiyê ya Rûsyayê Dmitry Medvedev diyar kir ku Emrîka bi êrîşa li ser Îranê Amerîkiyan dixe talûkeyê û got, "Êdî guman tune ku Îran dê hewlên xwe yên ji bo pêşxistina çekên navokî du qat bike."

Medvedev diyar kir ku her bûyerek, çi qas biçûk be jî, dikare niha Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bide destpêkirin û got, "Eger Trump polîtîkayên xwe yên dîn û sûcdar bidomîne, bê guman ew ê dest pê bike."

Medvedev diyar kir ku Yekîtiya Ewropayê li hember Îranê mîna "vasalekî Emrîkayê" tevdigere û got, "Ev şerekî ye ku Emrîka û hevalbendên wê ji bo parastina serdestiya xwe ya cîhanî didin destpêkirin. Beraz naxwazin ji hewzên xwe yên xwarinê derkevin."

Medvedev, diyar kir ku Emrîka ji Rûsyayê ditirse û got ku talûkeya pevçûneke navokî tê zanîn û ev yek ji teref Rûsyayê ve tê garantîkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezaya Darayêni Çoligi de adiro ke cayê vaşine de veciya, amê kışene
Ji pisporan li dijî germên bi şewat hişyariyên krîtîk
Xortê ku dema masiyan digirt ket Çemê Xabûrê winda bû
Îşkence li zindanên rejîma sîyonîst berdewam dike
Di mezûnîyetê de ji ayeta Xwedê re tehemul nehat kirin