Şahîn: Pêşnûmaya Duwelatîyan divê bi lez û bez bê qanûnkirin

Alîkarê Serokê Heqên Însanan û Karên Hiqûqî yê HUDA PARê Mahmût Şahîn derheqê teklîfa HUDA PARê de daxuyanî da. Şahîn got, “Xelk û partî li bendê ne ku ev teklîfa HUDA PARê bibe qanûn.”

Nêzî 10 meh berê HUDA PARê teklîfêk qanûnê pêşkêşê meclîsê kiribû ku bila sîyonîstên xwedî hemwelatîbûna dualî ne, ji hemwelatîtiya Tirkîyeyê bên dexistin. Lê digel vê yekê hêna jî nehatîye meclîsê ku bê muzakerekirin.

Alîkarê Serokê Heqên Însanan Û Karên Hiqûqî Yê Huda Parê Mahmût Şahîn derheqê vê teklîfa qanûnê ji ÎLKHAyê re axivî û got divê ev teklîfa wan di demek kurt bê meclîsê û bê rayandin.

Şahîn, “Ez dixwazim vê yekê jî bibêjim ku piştî teklîfa qanûna me, hinek teklîfê din ên piştî me hatine pêşkêşkirin bûne kanûn. Lê ev teklîfa me ya muhîm a ku desteka hemû partîyan girtiye hêna jî di meclîsê de hatîye sekinandin. Carek din em dibêjin bila ev teklîf di demek kurt de bibe qanûn.”

Şahîn herwiha îfade kir, piştî êrîşên rejima îşxalê, rejima sîyonîst Erebên ku xwedîyê du pasaportin ji hemwelatiyîyê derxistine û wiha dewam kir:

“Herî dawî rejîma terorîst îsraîlê teklîfa qanûnek, derbarê betalkirina heq û mafên welatîbûna Filistîniyan pêşkêşî meclîsa xwe kir. Her wiha hinek xeber hatin ku ev yek di karên hiqûqî de hatîye qebûlkirin. Di dema ku sûcdarên qirkirinê ev qerara li dijî mexdûrên xwe distînin, eger hêna jî em nekarin mesûlîyeta xwe ya li hember sûcdaran pêk bînin û nikaribin hin prensîbên qanûnî bikin, em li vir bi rewşek pir giran re rû bi rû ne. Xelkê me û raya giştî li bendê ne ku ev teklîf di zûtirîn wextê de bibe qanûn.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kesek mir û yek jî birîndar bû
Li Helebê goristaneke komî ya qurbaniyên îşkenceyê hat dîtin
Otobusa xwendekaran û qamyon li hev ketin: 14 birîndar
Li Xezzeyê bûyerên xwekuştinê di nav artêşa îşxalker de berdewam dikin
Li Nisêbînê qîzeka ciwan ji qata 6an ket xwarê û giran birîndar bû