Di bin sîwana ÎTTÎHADUL ULEMAyê de bi dehan xwendekarên (feqe) ku perwerdeya xwe ya di warê Erebî de temam kirin, bi merasîmeke ku hat amadekirin îcazetên xwe girtin. Xwendekarên medresê yên ku şahiya girtina îcazetê jiyan, bal kişandin ser giringiya zimanê Erebî yê ku fêr bûne û bang li malbatan kirin ku ji bo zarokên xwe di warê zanistên îslamî de perwerde bikin, wan bişînin medreseyan.
Xwendekarên ku şahiya girtina îcazetê parve kirin, li aliyekî hestên xwe yên kûr û tije parve kirin, li aliyê din jî peyamên giring dan hem xwendekaran hem jî malbatan.
Muhammed Nur Bayık
“Erebî ji bo fêmkirina Quranê û pêkanîna wê ya di jiyanê de, zanisteke giring û bikêrhatî ye”
Muhammed Nur Bayık ê ji xwendekarên medreseya Tepeyê ya navçeya Bismilê ku diyar kir Erebî ji bo fêmkirina Quranê zanisteke pir xweş e, wiha got: “Perwerdeya Erebî bi pirtûka Emsîleyê dest pê dike, paşê bi nêzî 10-15 pirtûkan berdewam dike. Ji bo fêmkirina Qurana Pîroz û pêkanîna wê ya di jiyana me de, zanisteke pir giring û bikêrhatî (faydalı) ye. Min di sala 2021ê de dest pê kir, sala borî bi dawî bû û niha jî em ê îcazeta xwe bigirin.”
Bayık ê ku kêfxwesiya girtina îcazetê parve kir, bal kişand ser pişgiriya malbatê ya di dema perwerdeyê de û ev tişt anîn ziman: “Di dilê me wekî her kesî de keyfxweşî û şahiyek heye. Gava fêrkarên (seydalar) me îcazetê didin, mirov hîn cudatir hîs dike. Ji vê aliyê ve tiştekî pir xweş e. Ji seretayê vir ve malbata me, nexasim bavê me pişgiriya me kir. Em şandin, li pişt me sekinî. Malbat û xizmên me jî di vê mijarê de alîkariya me kirin û pişgiriya me kirin.”
Furkan Tekin
“Perwerdeya medresê nîmetekî bêhempa ye”
Furkan Tekin ê Şirnexî ku tevî du birayên xwe şahiya girtina îcazetê jiya, wiha axivî: “Weş wekî Şirnexî nêzî 4-5 kesan îcazet girt. Me li wir xwend û bi îzna Xwedê em ê li vir jî îcazeta xwe bigirin. Meqsûd (armanc) ew e ku îcazet di nav mirovan de were naskirin û were zanîn ku ev riya Xwedê ye. Ji ber ku ji bo van xwendekaran lêçûnên (masraf) mezin tên kirin. Ji bo ku mirov jî qîmeta van ked û lêçûnan bizanibin, merasîmên îcazetê tên lidarxistin.”
Tekin, ji bo arastekirina (yönlendirme) zarokan a ber bi perwerdeya Îslamî ve bang li malbatan kir û wiha pênase kir: “Hezar carî şukur ji Xwedê re, em ketin vê riyê û em bi ser ketin. Em li vir sê bira ne. Me sê birayan bi hev re xwend û bi îzna Xwedê em bi ser ketin. Pêşniyara min ji bo dê û bavan ew e ku zarokên xwe bişînin medreseyan. Li medreseyê perwerdeya exlaqê tê dayîn, Erebî ku zimanê Qurana Pîroz e tê fêrkirin. Ji ber vê yekê perwerdeya medresê nîmetekî bêhempa (bulunmaz) ye. Mîna keştiyên li cîhanê bifikirin; çawa ku kesên li keştiyên ser deryayê siwar dibin digihîjin xelasî û rizgariyê, kesên diçin medresê jî dê bi îzna Xwedê ji agirê dojehê rizgar bibin.”
Tekin di axaftina xwe de cih da hestên xwe jî û wiha got: “Ev hest bi rastî nayê vebêjin (anlatılmaz), tenê bi jiyînê mirov jê fêm dike. Hestekî pir xweş e. Bi ser de jî em sê bira bi hev re digirin. Bi îzna Xwedê kêfa bavê min jî li şûna xwe ye. Mîna ku em cejnê dikin wisa ye. Heyecana li vir bi rastî heyecaneke pir xweş e.”
Ramazan Fidan
“Îlim, mîraseke wisa ye ku ji Hezretî Adem dest pê kiriye û heta roja qiyametê berdewam dike”
Ramazan Fidan ê ji navçeya Hilwana Rihayê ku piştî xwendina medresê ya li Çewligê perwerdeya xwe li Misrê temam kiriye, ev tişt anîn ziman:
“Ez niha bi rastî jî pir kêfxweş im. Ji ber ku ilm, deryayeke bêdawî ye. Sedeqeya cariye jî heta cihekî berdewam dike, lê ilm her dem dimeşe. Ew mîraseke wisa ye ku ji seydayan dest pê dike û heta roja qiyametê berdewam dike. Ev silsileyeke ilmî ye ku pêşî ji Hezretî Adem Aleyhîsselam, paşê ji Pêxamberê me (s.a.v) û Hezretî Elî vir ve tê. Wekî ku di ayetan de jî derbas dibe, gava mirov digihîje şerefeke wisa pîroz, nikare şahî û kêfa xwe venebêje. Bidestxistina vê ilmê nîmetekî mezin e.”
“Tiştê ku aliyê manewî yê mirovan ava dike ilm e”
Fidan wiha axivî: “Avêtina herî kêm çend gavan a her kesî ya di vê riyê de, dê bandoreke pir mezin li ser mirov bihêle. Ji ber ku yekîtî û tebahîya (beraberlik) Mislimanan li ser ilmê tê avakirin; li ser ulemayan tê damezirandin. Tiştê ku aliyê manewî yê mirovan ava dike ev e. Dibe ku pişgiriya madî dewlet dabîn bike, lê ji bilî ilm û aliman tu kes nikare pişgiriya manewî bi awayekî tam û kamil dabîn bike.”
Muhammed Yıldız
Muhammed Yıldız jî wiha got: “Ji sala 2021ê vir ve ye ez di van medreseyan de dixwînim. Elhamdulîllah, asta berhemdarî û feydeya seydatî û medreseyên me her sal hîn bêtir bilind dibe. Ji bilî vê, pirtûkên ku em dixwînin jî her sal diguhherin. Me van pirtûkan di nava pênc salan de xwendin. Di eslê xwe de diviyabû ev pirtûk di demeke hîn dirêjtir de werbûna xwendin. Ji ber ku giring e mirov hemû agahiyên di nav wan de bigire û bi awayekî tam û kamil ji wan sûdê wergire. Pêwîst e mirov ji haşiye (şirove) û hûrgiliyên hûr ên tê de jî feydeyê bibîne. Me hinekî din hewl da ku em bileztir bixwînin.”
Dengê Xana Axpar