Şahzade Demîr: Ger gelê Kurd bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehiyê bibîne, biratiya me dê xurttir bibe

Palamenterê HUDA PARê Şahzade Demîr, di panela ku ji teref partiya xwe ve li Şirnexê hat lidarxistin de got, "Ger ev gel bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehiyê bibîne, bi zimanê xwe yê dayikê biaxive û binivîse, bawer bikin, biratiya me dê bêtir xur bibe."

Ji teref Serokatiya Karên Perwerdehiyê ya HUDA PARê ve li Şirnexê bi navê "Zimanê Xwe Dibijêrim / Ez Zimanê Dayikê Hilbijêrim" panelek li dar xist.

Panelîstan di bernameya ku li hola konferansê ya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Şirnexê hat lidarxistin de axivîn û bal kişandin ser girîngiya zimanê Kurdî, rola wî ya di perwerdehiyê de, pirsgirêkên ku ji ber înkara ziman çêdibin û têkiliya di navbera nifşan de.

Di panela ku Nurettin Tatar moderatoriya wê dikir de, Parlamenterê HUDA PARê Şahzade Demir li ser "Rola Entegrasyonê ya Perwerdehiya bi Zimanê Dayikê", Prof. Dr. Nurullah Agitoglu li ser "Faktora Ziman di Xerîbbûna Nifşan de", û Yahya Kulter jî li ser "Rola Ziman di Avakirina Nasnameyê de" pêşkêşiyek pêşkêş kirin.

Bernameya ku bi xwendina Qur'ana Pîroz dest pê kir, axaftina vekirinê ji teref endamê Lijneya Şêwirmendiya Navendî ya HUDA PARê Nasuh Sevinik ve hat kirin.

Şahzade Demîr îfade kir ku berê jî di dewra Osmanî de gelek însan bi zimanê xwe axivîne û xwendinê lê ev nebûye sedema parçebûnîyê, parçebûnîya ku îro di nav be me ji ber nîjadperestîye û ev nîjadperestî jî ji bo destên tarî û hêzên tarî wek nîmetek e.

Demîr di Meseleya Kurd de îfade kir ku li Tirkîyeyê pirsgirêka Meseleya Kurd tineye, pirsgirêka Tirk û nîjadperestîya Tirkîtîyê heye. Wî îfade kir ku heger ev pirsgirêk ji holê bê rakirin wê Meseleya Kurd jî were çareserkirin.

Axavtina temamê Şehzade Demîr di vîdeoyê de weha ye:


(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêr û jin canê xwe ji dest dan
Ji bo Nîmet Kiliç xebatên lêgerînê berdewam dikin
Li Êlihê şeva Beraetê hat pîrozkirin
Hêzên ewlehîya hindûrîn a Sûrîyeyê li Hesekeyê cîhên xwe girtin
Mixabin, em hêna jî li ser 'mafê hebûna ziman' nîqaş dikin